21 Eylül 2024 Cumartesi

Şoreş Serhed yazdı | Ji bo azadîya zimanê Kurdî bimre şovenîzm

Em bi boneya Roja Zimanê Kurdî, careke din bangewazîya tevgerên çep ên kedkar ên Tirkîye, karker û kedkarên Tirkîye dikin ku ji şovenîzm û şovenîzma civakî rizgar bibin. Piştgirî bidin têkoşîna azadîyê ya gelê Kurd. Ji ber ku burjuvazîya Tirk a înkarker û mêtinger we bi şovenîzmê, şovenîzma civakî jehr dike û bi vê rêyê we ji lêgerîna mafa civakî dûr dixe. Tu berjewendîya gelê me yê Tirk ji hatin tunekirina gelê me yê Kurd û hatin dizîna dewlemendiyên Kurdistanê tune ye.

Ziman, ji bo ku destpêkê têkîlîyên hilberan û hemû têkîlîyên civakî hildigire û vediguhêze dibe bingeheka jêneveger a jîyana civakî û netewetîyê. Mirov çawa ku encameka têkîlîyên civakî ye, bi awayekî rast avakirina van têkîlîyan jî tê wateya avakirina civakeke saxlem û xurt. Ji bo ku têkîlîyên rast bên avakirin jî pêwîst e ku amûrê têkelîyê, yanê divê ziman jî rast û saxlem be. Ji ber vê sedemê di her qada jîyanê de bikaranîna ziman, û bi ziman pêşxistina perwerdehîyê ji bo hebûna civakî-netewî mijareka jîyanî ye. Tê zanîn ku ger dema ku civakek weke gel an jî netew bê tunekirin, destpêkê da tunekirina ziman tê hedef girtin.

Dewleta Komara Tirkîye, dema ku li ser bingeha înkar û tunekirina gelan hate avakirin, xeyal kiribû ku gelê Kurd jî bi rêya asîmîlasyonê tune bike. Di axên ku di bin dagirkerîyê da derveyî zimanê Tirkî hemû ziman qedexe kir. Ji kêlîya ku sîyaseta dewleta nû ya arasteyî ziman û zimanên din hat dîyarkirin pê ve ev, têkîldarî sîyaseta avakirina netewa Tirk ku xeyala Îtîhat û Terakî bû. Piştî ku bi hevpeymana Lozanê di qada navnetewî da hebûna gelê Kurd hat înkarkirin Komara Tirkîye sîyaseta înkar û tunekirinê xist merîyetê. Li dijî vê sîyasetê gelê Kurd di sala 1925an da di pêşengtîya rêxistina Azadî da, serhildana Şêx Saîd da destpêkirin. Di sala 1927an da di rêbertîya Xoybûn da weke serhildana herî mezin, serhildana Agirî derket holê. Rêbertîya vê serhildanê ji alîyê Xoybûna ku xwe weke "Yekîtîya Kurdan" rêxistin kirîye hate meşandin. Di sala 1930an da piştî ku serhildana Agirî bi xwînê hat perçiqandin Xoybûn û rêberên wê xebatên çand û ziman derxistin pêş û ev weke amûrê sîyaseta xwe bi kar anîn. Kovara Hawar a ku di 15 Gulana 1932an da dest bi weşanê kir, bû hawara gelê Kurd ê ku bi tunebûnê ve rû bi rû maye, yanê kovara Hawar bingeha parastin û pêşxistina zimanê Kurdî pêk anî.

Em dikarin bêjin ku di vê mijarê da gava yekemîn a girîng li Yekîtîya Sovyetan ji alîyê Konferansa Kurdên Qefqazê û Erebê Şemo-Morgûlov ve hatîye avêtin. Tîpên kurdî yên latînî cara yekem weke komtîp-tîpgela "Şemo-Morgûlov" derdikeve pêşberî me. Û ev ji bo parastina zimanê Kurdî dibe gava yekemîn. Di 1938an da dema ku serhildanên li Bakurê Kurdistanê, li Dêrsîmê bi komkujîyeka mezin hat perçiqandin da jî, agirê rizgarîya netewî mezin dibû. Di vê pêvajoyê da mêtîngehkirina aborî û dagirkerîya leşgerî ya Bakurê Kurdistanê ji alîyê Komara Tirkîye ve hat temamkirin. Kurdî di qada gelemperî û civakî da hat tunekirin. Dirûşmeya wan a bingehîn "Çi kêfxweşî ji yê ku dibêje ez Tirk im re" bû. Yanê gotin 'Tirkî biaxive, pir biaxive" lê 'Kurdî neaxive.' Dîsa çanda Kurdî di qada gelemperî da hat tunekirin û ji burjuvazîya Tirk re bû mijara henekan.

WÊ AZADÎYA ZIMANÊ KURDÎ PÊŞÎYA ŞOREŞA YEKBÛYÎ VEKE
Burjuvazîya Tirk dixwast ku bi rêya înkar û tunekirinê gelê Kurd tune bike, bi hêsanî dewlemendiyên Kurdistanê bidize û Kurdan bike hêza kar a erzan. Tê zanîn ku ev proje ji bo piranîya Kurdistanê hatîye çêkirin û ev weke "Mîsakî Milî-Neteweyî" hatîye binavkirin. Lê vîn û berxwedana gelê Kurd û pêşengên wê, di her milî da rê neda dewleta Tirk ku ev pêvajo were temamkirin. Gelê Kurd bi bikaranîna zimanê xwe hebûna xwe parastiye; lê dema ku ev parastin bi awayekî çalak hat bilindkirin û têkoşîna çekdarî destpê kir navê Kurdan di cîhanê de hat naskirin. Di encama vê têkoşînê da Platforma Zimanê Kurdî, di sala 2006an da 15ê Gulana ku salvegera kovara Hawar a ku di sala 1932an de li Şamê dest bi weşanê kiribû "Roja Zimanê Kurdî" îlan kir. Em weke welatparêzên sosyalîst, Marksîst Lenînîst destpêkê Roja Zimanê Kurdî ya gelê Kurd, Bakurê Kurdistan û gelên Tirkîye pîroz dikin. Em dizanin ku rizgarîya gelê Kurd û azadîya zimanê Kurdî wê derîyê demokratîkbûna Tirkîye û şoreşa yekbûyî veke.

Em bi boneya Roja Zimanê Kurdî, careke din bangewazîya tevgerên çep ên kedkar ên Tirkîye, karker û kedkarên Tirkîye dikin ku ji şovenîzm û şovenîzma civakî rizgar bibin. Piştgirî bidin têkoşîna azadîyê ya gelê Kurd. Ji ber ku burjuvazîya Tirk a înkarker û mêtinger we bi şovenîzmê, şovenîzma civakî jehr dike û bi vê rêyê we ji lêgerîna mafa civakî dûr dixe. Tu berjewendîya gelê me yê Tirk ji hatin tunekirina gelê me yê Kurd û hatin dizîna dewlemendiyên Kurdistanê tune ye. Burjuvazîya Tirk a mêtinger dewlemendîyên Kurdistanê îstîsmar û talan dike, dilopeka destkeftinên xwe jî bi gelê yê Tirk re parve nake. Berevajî burjuvazîya Tirk, bi tirsandina tunebûna dewleta Tirk an jî pirsgirêka mayîndetî-bekayê karker û kedkarên Tirk mehkûmî birçîtî û xizanîyê dike. Bi aborîya şer ra burjuvazîya Tirk û alîgirên wê mezin dibin, lê gelê Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bi birçîtîyê ra rû bi rû dimînin. Pêwîst e ku gelên me yên kedkar ên Tirkîye li dijî şerê qirêj û aborîya şer rabin ser pîyan. Divê hemû gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkîye Roja Zimanê Kurdî bi hev re pîroz bikin û bi vî awayî bersiv bidin polîtîkayên şovenîst û şovenîzma civakî. Werin em şovenîzmê bi hev re têk bibin, agirê şoreşa yekbûyî gur bikin.