Şoreş Serhed nivîsand | Zimanê dayikê nasnameya mirovahîyê ye
Ji bilî her tiştî ziman amûrê sereke yê ragihandinê ye, hilgirê çandê û bîra civakî ye. Jixwe li ser vê esasê yek ji hêmanê netewbûnê zimanê hevpar e. Çawa civak li ser têkiliyên mirovan, di nav van têkîlîyan de jî bi taybetî li ser têkiliyên hilberînê û ji nû ve hilberîna jiyanê ava dibe, ziman jî van pêvajoyan hemûyan di nav xwe de digire û radigihîne. Lewma zimanê dayikê xisleta civakê diyar dike û nasnameya mirovahiyê ye.
21ê Sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî, bi dîroka xwe car din nîşanî me dide ku li ser rûyê erdê tu tişt bê bedel nayê bi dest xistin. Dîroka vê rojê, dîroka tevgera rizgarîya gelê Bengal e. Piştî ku Hindîstan ji mêtîngehîya Brîtanyayê rizgar bû, Pakîstan jî di bin navê misilmantîyê de ji Hindistanê serxwebûna xwe stand. Em dikarin bêjin ku ji bilî misilmanî ti tiştî ku Pakîstan bi hev ve girê bide jî tine bû. Jixwe Bangladeşa îro, wê demê wek Pakîstana Rojhilat hatibû bi nav kirin û ji bejahîya Pakîstana îro qut û dûr bû. Her wiha netewên cuda di nav Pakîstanê de hebûn û ji wana Bengalan rizgarîya xwe bi dest xist û Belûcî jî hîna li dijî Pakîstanê şerê rizgarîya netewî dimeşînin. "Pakîstan" bi rastî jî projeyek bû ku tu tiştê ku ji bo netewbûnê pêwîst dikir tê de tune bû, heta navê wî jî hatibû çêkirin.
Lê piştî ku serxwebûna xwe bi dest xist, Urdu yên bûn desthiladar, hebûna xwe li ser netewên dîtir ferz kirin. Lê gelê Bengal ev tişt ji gava destpêkê ve nepejirand û têkoşîneke sivîl a li ser esasê ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerde da destpêkirin. Ev têkoşîn bi pêşengtiya xwendevanên zanîngehan û mamosteyan dest pê kir û pêl bi pêl di nav civakê de xwedî lê derketin çêbû. Her çiqasî ku dewleta Pakîstanê bi awayekî tund êrîş li ser vê tevgerê kiribe jî vê tevgerê xeta xwe ya berxwedêr parast. Ciwanan ji bo mafê perwerde agir bi laşê xwe xistin. Lê car din jî her çalakiya hat kirin rastî êrîşên dijwar hat. Her ku êrîş dijwar dibûn gel zêdetir xwedî li zarokên xwe û li daxwazên tevgerê derdiket. Ji vana ya ku bû sedema roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî, roja 21ê Sibata 1952an de bi pêşengtîya xwendevanan li peytexta Bangladeşê di zanîngeha Dakkayê de xwepêşandanek hat lidarxistin. Lê ev rastî êrîşê polîsên Pakîstanî hat û gelek xwendevan hatin girtin. Piştî vê êrîşê girseyan berê xwe dan ber parlamena herêmê û çalakî li vir rastî êrîşên tundtir hat. Di vê êrîşê de 4 ciwan ji aliyê polîsên Pakîstanê ve hatin kuştin. Lê girseyan paş de gav neavêt. Roja din li heman cihê çalakî hatin çêkirin û dîsa şehîd hatin dayîn. 21ê Sibatê wek roja şehîdan hat îlankirin û di salvegerên wê de bîranîn û xwepêşandan çêbûn û bi vê rengî têkoşîn mezin bû. Di talî de dewleta Pakîstanê neçar ma ku makezagona xwe biguherîne. Ji daxwaza tevgerê jî zêdetir pêk hat, Bengalî bû zimanê 2emîn ê fermî. Lê ev rewş di demekê pir kurt de (3 sal jî temam nekir)ji holê rabû. Derbeya leşkerî makezagon ji holê rakir û zimanên ji bilî Urduyî qedexe kir. Derbeya leşkerî wêranker bû û pêşî li tevgerên civakî digirt. Lê di binî de, di nav gel de fikrê rizgarîyê jî xurt dikir. Ji ber ku gelê Bengalî didît ku ger dewlet ne yê wan be tu ewlehî û misogerîya mafê wan yê hebûnî tune ye. Piştî berxwedanan di sala 1971an de serxwebûna xwe îlan kirin, lê artêşa Pakîstanê êrîşa dagirkerî û mêtingeriyê bir li ser Bangladeşê. Bi şerekî 8 mehan Bangladeş serxwebûna xwe bi dest xist. Ev roja ku gelê Bengal wek roja şehîdan bi bîr tîne di dawîya sala 1999an de ji aliyê UNESCO ve wek roja Tevgera Zimanê Dayikê ya Navnetewî hat destnîşankirin.
Piştî ku me bi kurtasî behsa dîroka vê rojê kir, divê em sedemên ku zimanê dayikê vê qasî girîng dikin jî nîqaş bikin. Ji bilî her tiştî ziman amûrê sereke yê ragihandinê ye, hilgirê çandê û bîra civakî ye. Jixwe li ser vê esasê yek ji hêmanê netewbûnê zimanê hevpar e. Çawa civak li ser têkiliyên mirovan, di nav van têkîlîyan de jî bi taybetî li ser têkiliyên hilberînê û ji nû ve hilberîna jiyanê ava dibe, ziman jî van pêvajoyan hemûyan di nav xwe de digire û radigihîne. Lewma zimanê dayikê xisleta civakê diyar dike û nasnameya mirovahiyê ye. Ango dema em dibêjin ziman zindîye ev raste û rihê vê zindîyê jî ev têkilî ne. Ji ber vê yekê dewletên burjuva dizanin ku gelê bi zimanê xwe axivî ango zarokê bi zimanê dayikê perwerde stand, wê têkiliyên xwe yên hilberînê jî li ser vê esasê ava bike. Ji bilî her tiştî wê bikaribe dîroka xwe û bîra xwe ya civakî biparêze, wê civakekê hevûdin fêhm bike derkeve holê. Ev jî rê li ber pêşketineke bi her alî ve û bi tendûrist vedike. Piştî ku Kurdistan ji aliyê emperyalîstan ve hat perçekirin û di navbera dewletên mêtinger de hat parvekirin, tiştê ku li her çar perçeyan jî hat kirin, qedexekirina Kurdî li qadên gelemper de bû. Xwestin zimanê me ji kokê ve rakin û netewa Kurd tune bikin. Li hemberî vê sîyaseta înkar û qirkirinê gelê Kurd û pêşengên wê li ber xwe dan û nehiştin ku ev pêvajo encam bigire. Lê mixabin, bandora vê sîyaseta tunekirinê li ser pêşketina me ya civakî pir xesar jî çêkirin û hîna jî çêdike.
Her netew û gel ê bindest baş dizane ku dema zarok dest bi dibistanên mêtîngeran dikin çiqasî zehmetiyê dikişînin û ev di kesayeta wan de çi xesar û perçebûnan çêdike. Lê mixabin ev gelên bindest li ser vê esasê jî bi nayên rex hev, dijminahîya hev dikin. Mînaka vê neyînîtiyê ya herî berbiçav Tirkên li Bûlgarîstanê ne. Ew jî di pêvajoyên giran re derbas bûn, xwestin zimanê xwe biparêzin û hwd. lê dema derbasî Tirkîye bûn, ew jî li dijî Kurdan bi piranî ketin nav refên şovenîstan de. Di vê mijarê de bêgûman Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst mînaka çareserîya herî xurt derxist holê. Ji xwe di dîrokê de cara yekem zimanê Kurdî û netewa Kurd wek fermî hatin naskirin û ev pêvajo ji bo pir gelên dîtir jî hat rêvebirin. Vê di navbera gelan de hest û fikrên bawerî û xuşk û biratiya gelan ava kir. Lê ji bilî çareserîya sosyalîst, di mijarê ziman-netew de çareserîyên cuda jî hene, mînaka Swîsrê, Hindîstan, Rusya û hwd. Şoreşa me ya Rojava jî, ku di encamê têkoşîna gelê Kurd yê di sedsalan de derket holê, di vê mijarê de mînakeke êrînî derxist holê. Beriya ku şoreş were îlankirin, li Efrînê Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî veşartî hat avakirin. Û ev ji bo Kurdan bû bingehê pêşketina zimanê dayikê. Her çiqasî dext hebe jî, ji beriya şoreşê jî gelê Suryan dikarî di dibistanên xwe yên taybet de, ku girêdayî kenîsê bûn, bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Şoreşa me ku wek şoreşa jinê jî tê bi nav kirin, şoreşekê demokratîk-gelparêz e û bi pirzimanî dimeşe. Di hevpeymana civakî di benda 6-7 de jî ev tişt tê misogerkirin. Kurdî, Erebî û Sûryanî zimanê fermî yê şoreşê ne û zimanên herêmî jî xwedî maf in ku pê perwerde bê dayîn.
Şoreşa Rojava îro jî rê nîşana gelên bindest yên Rojhilata Navîn dike. Em ji xwe ji têkoşîna xwe ya rizgariyê dizanin ku tu tişt bê bedel nayê bi dest xistin. Lê têkoşîna gelê Bengalê ku 21ê Sibatê derxist holê dîsa nîşana me dide ku israr û paş de gav neavêtin ji bo standina mafan çi qasî girîng e. Divê gelê Kurd di rêya ku Manîfestoya Komunîst (21ê Sibatê di heman demê de roja weşana wê ye) rehnî dike de bimeşe û hem mafê xwe yê di zimanê dayikê de perwerdehîyê ji mêtîngeran bistîne hem jî ji dagirkeriyê rizgar bibe. Ji bo vê jî pêdivî bi têkoşîneke hîn xurtir û bi israr heye. Lê em ê ne koletiya mêtîngeriya şefîtîya faşîst a Tirk ne jî sîyaseta wê qirkirinê nepejirînin. Roja zimanê dayikê li hemû netewên bindest û zarokên Kurdan pîroz be!
*Yazının Türkçesine buradan ulaşabilirsiniz.